Iraq: Berpirsê aborî yê DAISê hate girtin

14 sibat 2024 18:08
Iraq: Berpirsê aborî yê DAISê hate girtin

PeyamaKurd - Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku berpirsê aborî û rêveberî yê DAIŞê hatiye girtin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku berpirsê aborî û rêveberî yê DAIŞê, bi armanca li Iraqê dest bi çalakiyên terorîstî bikin, di dema ku hewl daye bi belgeyên sexte derbasî Iraqê bibe, hatiye girtin.

Di dawiya daxuyaniya fermandariyê de wiha hate gotin: "Ji bo têkbirin û qedandina torên bermahiyên DAIŞê û dabînkirina aramî û ewlehiya Iraqê, hewldan û operasyonên Ajansa Dijî Terorê berdewam dikin." hatin gotin  û pûçkirina planên wan ên terorîstî ji bo dabînkirina ewlehî û aramîyê li Iraqê,"

Balkêş e ku di daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş de navê ew berpirsê DAIŞê ku hatiye girtin nehatiye dayîn.