Iraq | Amerîka û NY pistgirî dan Tewfîq Alawî

02 sibat 2020 13:03
Iraq | Amerîka û NY pistgirî dan Tewfîq Alawî

PeyamaKurd – Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) piştgirî dan Serokwezîrê Iraqê yê veguhêz Mihemed Tewfîq Alawî ku doh ji aliyê Serokomar Berhem Salih ve hatibû erkdarkirin.

Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê peyameke piştgiriyê bo Alawî belav kir û got ku ew amade ne ji bo başkirina rewşa Iraqê bi hikûmeta nû re bixebitin û da xuyakirin, pêwîstiya Iraqê bi hikûmeteke serbixwe, dadwerî heye û divê daxwaziyên gel bicih werîne.

Nûnera NY li Iraqê BM Jeanine Hennis-Plasschaert, piştgirî da destnîşankirina Alawî bo serokwezîrtiyê û banga reformên bilez û bicihanîna daxwaziyên xwepêşanderan ên rewa kir.

Hêjayî gotinê ye, Mihemed Tewfîq Alawî wekî namzedê serokwezîriyê yê Hevpeymana Fetih û Tevgera Sedr tê zanîn ku xwepêşander ji destnîşankirina wî bo serokwezîrtiyê nerazî ne.

Piştî erkdarkirinê Alawî soz da xwepêşanderan ku daxwaziyên wan bicih werîne û kabîneyeke serbixwe ava bike.