Iraq | Agir bi Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê ket
15 mijdar 2022 23:28
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro êvarê li holeke Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê şewat derket û çend holên balafirgehê ji ber şewatê hatin valakirin.
Li gorî çavkaniyên Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê agir li kafeteryayeke hola pêşwaziya rêwiyan ketiye û tîmên agirvemirandinê li cihê bûyerê hewl didin şewatê vemirînin.
Hat diyarkirin ku hîn sedema derketina şewatê diyar nebûye û seferên balafiran ji ber şewatê ranewestiyane.
Li aliyê din Berevaniya Şaristaniyê ya Bexdayê jî ragihand ku bandora dûxanê ya bêhntengiyê li ser 3 karkeran çêbûye û tedawiya wan tê kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Bi balafirên bêfirokevan êrîsî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê kirin
10 hzr 2021
Jiyan
Agir li zeviya petrolê ya Iraqê
26 cot 2025
Cîhan
Faris Îsa: Hikûmeta Iraqê rêzê li prensîbên peymanê nagire
21 mjd 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin