Îranê rê neda çiyavanên Rojhilat hilkisin ser çiyayê Bozê Sîna
25 hezîran 2021 13:33
PeyamaKurd – Îranê rê neda çiyavanên Rojhilatê Kurdistanê hilkişin ser çiyayê Bozê Sîna li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê.
Çiyavanên Rojhilatî wek her sal, îsal jî dixwestin yekemîn îniya havînê (îro) hilkişin ser çiyayê Bozê Sîna û li wir merasîma “Roja Bozê Sîna” li dar bixin, lê ew çalakiya wan bi hêcetên ewlehiyê hat astengkirin.
Tê gotin, hinek bizavên nijadperestên Tirk li ba hikûmet û dezgehên ewlehiyê gilî kirine, ji ber wê jî hikûmetê rê nedaye wê çalakiyê.
Çiyayê Bozê Sîna dikeve deşta Mirgever ya Urmiyê û bilindiya wî jî 3480 metr e.
Hemû demsalan, berf li ser Bozê Sîna heye û cihekî pir balkêş û tûrîstî ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Dadgeha Îranê Kurdekî Sine ya Rojhilat ceza kir
31 adr 2025
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin