Îranê nehist bernameya bo helbestvanê Kurd bê kirin
PeyamaKurd - Hêzên asayîşê yên Komara Îslamî ya Îranê nehiştin bernameya danasîna pirtûka helbestvanê kurd Elî Hêyderî birêve biçe.
Bi minasebeta danasîna kitêba nû ya helbestvanê kurd Elî Hêyderî a bi navê ‘Hawara Merxan’ li bajarê Isferayinê yê Xorasanê biryar bû merasîmeke danasînê were lidarxistin.
Hêzên asayîşa Îranê rê li ber wê çalakiya edebî û zimanî girtin û nehiştin ew çalakî bê kirin.
Elî Heyderî yek ji helbestvanê herî navdar ê kurdên Xorasanê ye û zêdetirî ji 25 hezar beytên bi kurdî nivîsandine.
Li gorî zanyariyan gelek mêvan bo wê merasimê hatibûn vexwendin lê belê berî ku merasîm bê destpêkirin, hêzên asayişê pêşîya beşdarîya mêvanan girtîne û nehiştine merasîm li gor plana xwe bê kirin.
Herwiha li gor nûçeya BasNewsê hêzên asayişe nehiştine niviskar û şairê Xorasanê Elî Riza Spahî Layîn û hin edîb û rewşenbîrên din ê Xorasanê beşdarî merasîmê bibin û bikevin nava bajarê Isferayînê û ew bi zorê vegerandine. Herwiha asayîşê rêliber weşanger û zimannasê kurd Elî Paksirişt jî girtiye û nehiştiye ew jî biçe Isferayînê û beşdariyê di merasîma edebî da amade be.
Di merasîmê da biryar wiha bû Elî Riza Spahî Layîn û Elî Paksirişt jî beşdar bin û gotarên xwe peşkeş bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin