Îranê lîsteya armancên xwe eşkere kir

11 adar 2026 12:33

Îranê lîsteyek weşand ku tê de ofîs û binesaziya hin şîrketên teknolojiyê yên amerîkî yên bi Îsraîlê ve girêdayî hene, ku li gorî îdiayan ji bo armancên leşkerî tên bikaranîn.

Îranê lîsteya armancên xwe eşkere kir

RûpelNews - Ajansa nûçeyan a Tasnimê ku girêdayî Supaya Pasdarana Îranê ye ragihand ku ev tesîs "armancên nû yên Îranê" ne.

 Di lîsteyê de şîrketên wekî Google, Microsoft, Palantir, IBM, Nvidia û Oracle hene. Hat ragihandin ku hinek ji ofîs û xalên binesaziyê yên ji bo xizmetên cloud yên van şîrketan tên bikaranîn, li bajarên cuda yên Îsraîlê û hin welatên Kendavê ne.

Daxuyaniya ku ji aliyê ajansa nûçeyan a Tasnimê ve hat weşandin, tekez kir ku cewhera pevçûna li herêmê guheriye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her ku qada şerê herêmî ber bi şerê binesaziyê ve berfireh dibe, qada hedefên rewa yên Îranê jî berfireh dibe."

Êrîşên dualî ji 28ê Sibatê ve berdewam dikin.

Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibatê de êrîş birin ser Îranê. Îran jî bi êrîşên tolhildanê bersivê dide li ser axa Îsraîlê û baregehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê.

Mûşek û dronên ku ji aliyê Îranê ve hatin avêtin, herwiha li navendên sivîl ên li Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê jî dikin hedef.

Wekî din, du mûşekên ku ji aliyê Îranê ve hatibûn avêtin li asmanên Tirkiyeyê hatin xistin. Di heman demê de, Îranê bi dronekê li Herêma Otonom a Naxççvanê ya Azerbaycanê jî kir hedef.