Îranê li Rojhilata Kurdistanê sivanekî Kurd kust
PeyamaKurd – Hêzên Ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê, îro roja sêşemê 07.07.2020an da, li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê şivanekî Kurd kuştin.
Li gor agahiyên ji Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, Hêzên Ewlehiya Îranê, îro destê sibehê, hêzên Spaya Pasdarên Îranê li sînorê deşta Wezêneya Serdeştê şivanekî Kurd bi navê Yûsiv Ehmedî kuştine.
Herwiha do hêzên spaya Pasdarên Îranê li sînorê Pîranşar û Herêma Kurdistanê teqe li şivanekî li ser sînorê Herêma Kurdistanê kiribûn û şivanê bi navê Rebin Îsmîl ê 17 salî bi giranî birîndar kiribûn.
Komara Îslamî ya Îranê hêzeke zêde ya serbazî anî ye bajarên Kirmaşan, Merîwan, Bane, Pîranşar û Ûrmiyê û li Rojhilatê Kurdistanê û dest bi tevgereke serbazî kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin