Îranê ji bo alîkariya dermanan banga lezgîn li cîhanê kir

13 adar 2020 23:18
Îranê ji bo alîkariya dermanan banga lezgîn li cîhanê kir

PeyamaKurd - Welatê Îranê ku piştî Çînê bi belavbûna vîrûsa koronaya nû Covid-19 de, ketiye rewşeke metirsîdar bangewaziyên xwe yên alîkariyê berdewam dike.

Di bangewaziya bilez a Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf de, daxwaza bilez a alîkariyên dermanan hat kirin ku Îran ji ber kêmbûna dermanan nikare têkoşîna li dijî vîrûsza korona bi ser bixe.

Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê twitterê got: “Karmendên hêja yên Îranê têkoşîneke dijwar hemberî vîrûsa korona (Covid-19) didin. Lê, çi jî bikin, kêmaniya dermanên sarêjî bandorek xerab dike û nikarin pêşî li vê vîrûsê bigrin. Vîrûs cudahiyê di nav mirovan de nake. Mirov jî, divê cudahiyê nekin. Rê bidin, ew dermanên pêwîst bigihin Îranê”.

Hêjayî bibîrxistinê ye, îro 13ê Adarê li seranserê Îranê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin daku belavbûna nexweşîna covid-19 bidin sekinandin. Li gorî amarên fermî heta niha li Îranê karbidestên dewletê jî di nav de, bêhtirî 500 kesan ji vîrûsa korona can daye û her roj ew hejmar zêde dibe.