Îranê îro êrîsî çend binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir

28 îlon 2022 15:25
Îranê îro êrîsî çend binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Îranê îro êrîşî çend binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de kir û di encamê de şehîd û birîndar hene.

Li gor Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) Husên Yezdanpenah ji Rûdawê re diyar kiriye, di encama êrîşan de “şehîd û birîndarên me hene.”

Hat zanîn ku di êrîşên îro de binke û baregehên Komele, Demokrat û PAKê hatine armanckirin.

Herwiha heta niha bi rastî nehatiye piştrastkirin ku êrîş bi moşekan an jî bi dronan bûye.