Îranê hişyariya 'semasîyan' da Amerîkayê
Berpirsekî leşkerî yê Îranê bi zimanekî tund got, eger Amerîka operasyoneke bejayî bide destpêkirin, leşkerên wê dê ‘bibin xwarina semasîyên Tengava Besrayê.'
RûpelNews - Berdevkê Fermandariya Navendî ya Xatemu'l Enbiya Îbrahîm Zulfîkarî, derbarê gefên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ên derbarê egera operasyoneke bejayî de daxuyaniyên tund dan. Zulfîkarî diyar kir ku eger DYA gaveke wiha bavêje, leşkerên wê dê ‘bibin xwarina semasîyên Tengava Besrayê’ û dê bi encamên giran re rû bi rû bimîne.
Zulfîkarî, polîtîkayên herêmî yên DYAyê rexne kir û anî ziman ku rêveberiya Washingtonê zerar daye gelek welat û civakan, bi taybetî li Asyaya Rojava.
'Operasyoneke bejayî dê encamên giran bi xwe re bîne'
Zulfîkarî, amaje bi egera êrîşeke bejayî ya DYAyê kir û diyar kir ku gaveke wiha dê encamên giran bi xwe re bîne. Berdevkê Îranî got ku leşkerên Amerîkî dikarin bibin armanc û dê li herêmê bertekeke leşkerî ya cidî hebe.
Rexne li pêwendiyên Trump û Netenyahû girtin
Di daxuyaniya xwe de, Zulfîkarî her wiha gelek rexne li Serokê DYA'yê Donald Trump girtin. Wî her wiha îdiayên derbarê têkiliya wî ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re jî rexne kirin.
