Îranê herêma Kurdistanê topbaran kir

17 tîrmeh 2018 18:29
Îranê herêma Kurdistanê topbaran kir

PeyamaKurd- Qeymeqamê navçeya Sîdekan ku bi ser bajarê Hewlêra payîtexta Kurdistanê ve ye, ragihand ku hêzên Îranê bi topan li gundên ser sînor xistine. Lêdana bi topan îro li dora nîvro pêkhat. Di wê deverê de 8 gundan dane ber topan. Qeymeqam Îhsan Çelebî weha got:

“Îranê, sedema topbaranê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê nîşan da û got ku dever weka wargeha pêşmergeyên Kurdistana Îranê ye. Bi wê sedemê jî li wargehên sîvîl dan.”

Çelebî got ku bi sedema topbaranê 3 gund bi temamî hatine valakirin û di devera çiya de şewat derketiye û zeviyên xelkê zerarê dîtine.