Îranê helwesta xwe derbarê lihevkirina Tirkiye û Rusyayê eskere kir
PeyamaKurd - Îro, Çarşembê Wezareta Derveya ÎRANÊ bi daxuyaniyekê helwesta xwe derbarê rêkevtina Tirkiye û Rusyayê eşkere kir.
Di wê daxuyaniyê de hêvî hatiye xwestin ku rêkevtina Rusya û Tirkiyê bibe sedema tunekirina metirsyên ewlehiyên Tirkiyê ji aliyekê û ji aliyek din ve jî, parastina yekrêziya axa Suriyê û bihêzkirina serwerîya nîştîmaniya wê.
Herweha hatîye, Tehran pêşwaziyê li her pêngavekê dike ku bibe serdema paraztina yekrêziya ya axa Suriyê û bihêzkirina serwerîya nîştîmaniya wê û vegerandina koçberan bo bakûra Suriyê. Me tim tekez li ser rêya danûstandinê kirîye bo çareserkirina arîşeyên di navbera Dîmeşq û Enqere de bi şêwazeke aştîyane.
Di pişkeke dî ya beyannameyê de, Tehran (hana Dîmeşqê û Enqereyê dide ku li ser mêz a danûstandinan birûnin û arîşeyên xwe çareser bikin, bi awayekê ku rêkkevtina Edene bibe bingeh bo nehêlana metirsîyên Tirkiyê û Suriyê.
Wezareta derve ya Îranê, tekez kirîye, hebûna hêzên bîyanî li bakûra Suriyê nabe sedema hebûna asayîşê. Amaje jî kirîye, vekişana wan hêzan ji bakûra Suriyê dibe sedema vegerandina akincî û asayîşê bo deverê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin