Îranê girtiyê kurd îdam kir
Hat ragihandin ku girtiyê kurd Erdelan Sebzî yê ku nêzîkî çar sal berê li Îranê bi tohmeta 'kuştinê' hatibû girtin, li Girtîgeha Navendî ya Makûyê hatiye îdamkirin.
RûpelNews - Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku girtiyê kurd Erdelan Sebzî ku li girtîgeha navendî ya Makûyê bû, di berbanga roja Yekşemê 23ê Tebaxê de li Girtîgeha Navendî ya Makuyê hate îdamkirin.
Li gorî raporê, Sebzî, nêzîkî çar sal berê bi tohmeta "kuştina bi qestî" hatibû girtin. Sebzî, ku ji aliyê dadweriya Îranê ve sûcdar hat dîtin, piştre li gorî prensîba qisasê (cezayê berdêl) bi îdamê hate mehkûmkirin.
Derbarê darizandina ku Sebzî tê de hat darizandin, bûyera navborî an jî pêvajoyên yasayî de ti agahiyên berfireh nehatin parvekirin.
Heta dema nivîsandina vê nûçeyê, ne dadweriya Îranê û ne jî medyaya dewletê derbarê îdamê de ti daxuyanî nedabûn.
