Îranê 2 girtiyên din ên Kurd îdam kir
10 îlon 2024 19:27
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku rejîma Îranê doh 9ê Îlonê 2 girtiyên din ên Kurd îdam kirin.
Li gorî zanyariyên medya Rojavayê Kurdistanê welatiyekî Kurd yê bi navê Feyzulah Hisên Pur li girtîgeha navendî ya Miyandwaw hatiye darvekirin.
Feyzulah bavê 3 zarokan bûye û xelkê gundê Çiraxewal a bajarê Saîn Qela yê niştecihê Bokanê ye.
Dîsa welatiyê Kurd ê bi navê Silêman Qehreman jî ku xelkê gundê Hesen Lolan a Saîn Qelan a Rojhilatê Kurdistanê ye, li heman girtîgehê hatiye darvekirin.
Her du girtî jî beriya 5 salan bi hinceta kuştina bi qest, hatibûn girtin û cezayê darvekirinê li wan hatibû sepandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Îranê 3 ji wan Kurd 4 girtiyên din îdam kir
18 tbx 2024
Cîhan
Îranê 3 girtiyên din ên Kurd îdam kirin!
10 gln 2024
Jiyan
Rejîma Îranê girtiyê Kurd li ber çavê girtiyên din îdam kir
09 trm 2019
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin