Îranê dest danî ser kestiyeke din a tankêra petrolê

04 tebax 2019 17:33
Îranê dest danî ser kestiyeke din a tankêra petrolê

PeyamaKurd - Hêzên Deryavaniya Îranê ku girêdayî Supaya Pasdarên Îranê ye li kendava Basrayê dest danî ser tankêreke petrolê ya biyanî ku hat gotin, 7 hezar lître sotemeniya qaçaxî barkirî ye.

Li gorî nûçeya IRNA ya îranî Hêzên Sepan ên Deryavanî li kendava Basrayê dest danîne ser keştiya tankêr ku ya kîjan welatî ye nehat gotin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di keştiyê de 7 hezar lître sotemeniya qaçaxî hebûye û bo Kompaniya Netewî ya Berhemên Petrolê ya Îranê hatiye şandin.

Herwiha hat diyarkirin ku hêzên Îranê 7 karmendên keştiyê jî desgîr kirine û îdia dikin, ew tanker petrolê direvîne hin welatên erebî.