Îranê cezayê darvekirinê da Kurdekî din

24 îlon 2018 17:35
Îranê cezayê darvekirinê da Kurdekî din

PeyamaKurd - Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê, bi tometa ku alîkariya partiyeke Kurdistanî ya opozisyona Îranê kiriye, cezayê darvekirinê bi ser  welatiyekî Kurd ê xelkê Şinoyê de sepand.

Çavkaniyên xwecihî li Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihandin, ku welatiyekî Kurd ê bi navê Mihyedîn Îbrahîm niştecihê gundê Alkawiyê yê ser bi bajarê Şino yê Rohilatê Kurdistanê ve ji aliyê dadgehe Îranê ve sizayê sêdaredanê bi ser de hate sepandin.

Li gora çavkaniyên xwecihî, roja yekşemê rûniştineke din dadgeha girtiyê Kurd Mihyedîn Îbrahîm li Dadgeha Şoreşê ya şaxa Urmiyê birêve çûye û bi tohmeta alîkarîkirin û endambûna di partiyeke Kurdistanî ya opozisyona Komara Îslamiya Îranê, dadgehê biryara sêdaredanê li wî birriye.

Mihyedîn Îbrahîm 41 salî û zewicî ye û di sala 2017an de dema ku kolberî dikir li nêzîkî sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlekariyê yên Iranê teqe li wî û hejmarek kolberên din kiribûn û ew bi birîndarî hatibû girtin.

Herwiha Mihyedîn Îbrahîm berî niha du caran bi tohmeta hebûna peywendiyan li gel partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê hatiye girtin.