Îranê cenazeyên xwe bi merasim rakirin

15 sibat 2019 03:30
Îranê cenazeyên xwe bi merasim rakirin

PeyamaKurd- Piştî êrîşa li îranê li eyaletên Sîstan û Belûcistanê ku 27 parêzvanên Şorişa Îranê hatibûn kuştin, merasimeka cenaze hat çêkirin. Merasim li balafirgeha Zahîdanê ku navenda Belûcistanê ye hat kirin.

Fermandarê hêzên bejayiyê yê giştî Muhammed Pakpûr, di merasimê de axifî û got ku wê tola kuştiyan ji terorîst û destekvanên wan bistînin. Pakpûr di merasime de behsa qelsiya rêvebiriya Pakistanê kir û gazinan kir. Pakpûr ragihand ku Pakistan bi van grûban re têkoşînê neke, wê rojekî li dijî Pakistanê jî bikevin nava tevgerê.

Bûyera êrîşê rêxistina Ceyş-ul Edl girtibû ser xwe.