Îranê bi daxuyaniyekê plana kustina John Bolton red kir

11 tebax 2022 15:30
Îranê bi daxuyaniyekê plana kustina John Bolton red kir

PeyamaKurd – Îranê tometbarkirina welatiyekî Îranî bi plana kuştina John Bolton red kir û diyar kir, bêbingeh e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî bi daxuyaniyekê da zanîn, rayedarên dadwerî yên Amerîkayê welatiyekî Îranî yê li vî welatî bi mebestên siyasî û bêyî pêşkêşkirina delîlên rast sûcdar kirine.

Nasir Kenanî herwiha eşkere kir: “Komara Îslamî ya Îranê têkildarî her kiryara li dijî hemwelatiyên Îranê bi behaneya van tohmetên pêkenok bi tundî hişyariyê dide û tekez dike, ji mafê xwe dizane ku hemû tedbîrên di çarçoveya yasayên navdewletî de ji bo berevanîkirin ji mafên dewlet û hemwelatiyên Komara Îslamî ya Îranê bigire.”