Îranê bersiva Trump da: Bi Amerîka re ti danûstandin nînin
Wezareta Karên Derve ya Îranê bersiv da daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû di du rojên borî de di navbera her du welatan de danûstandinên berhemdar pêkhatine.
RûpelNews - Wezareta Karên Derve ya Îranê îdiaya Trump a ku di navbera her du welatan de danûstandin pêkhatine, red kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em daxuyaniyên Serokê DYA Donald Trump ên derbarê danûstandinên berdewam ên di navbera DYA û Îranê de red dikin. Îran bi israr li ser helwesta xwe ya redkirina her danûstandinê heta ku armancên wê yên di şer de pêk neyên, disekine."
Ajansa nûçeyan a Fars her wiha diyar kir ku di navbera DYA û Îranê de ti danûstandinên rasterast an nerasterast çênebûne.
Trump di daxuyaniyekê de li ser Truth Social gotibû: "Ez bi kêfxweşî radigihînim ku DYA û Îranê di du rojên borî de danûstandinên pir baş û berhemdar kirine ku armanca wan çareseriya tam û dawî ya nakokiyên me yên li Rojhilata Navîn e."
Serokê DYAyê diyar kiribû ku wî ferman daye ku êrîşên li ser santralên elektrîkê û binesaziya Îranê pênc rojan bên paşxistin.
