Îranê bersiva Amerîkayê da: Belê rast e…
PeyamaKurd - Îranê daxuyaniyên ceribandina moşekên balîstîkî piştrast kir û daxuyakirin, “Her sal 40-50 ceribandin tên kirin”.
Fermandarê Hêzên Bejahî-Hewayî yên Pasavanên Îranê Emîr Alî Hecîzade bersiv da, daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ku li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) gotibû, Îranê biryara qedexeya KENYyê binpê kiriye û ceribandina moşekên balîstîk kiriye.
Hecîzada ji medya Îranê re daxuyakirin ku ew her sal 40-50 caran ceribandinan dikin û got, “Em testên moşekên xwe dikin. Ev ceribandina dawî jî gelekî girîng bû. Berteka Amerîkayê nîşaneya wê yekê ye ku ev mesele ji bo wan çiqas girîng e.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin