Îranê bersiva Amerîka da: Werin em li benda we ne
Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Bakir Qalîbaf, li hemberî gefên Amerîkayê yên êrîşeke bejayî bi van gotinan bersiv da: "Em çekdar in, amade ne û li ser piyan in. Werin em li benda we ne."
RûpelNews - Qalîbaf di peyameke ku li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Xê de parve kir, bersiv da gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Qalîbaf, îdia kir ku di kêmtirî çar rojan de bi milyonan îranî ji bo kampanyaya "Canfeda"ku ji aliyê Îranê ve ji bo peydakirina kesên xwebexş beşdarî şer bibin hatibû destpêkirin, navê xwe tomar kirine, û wiha got:
"Heft milyon îraniyan di nav kampanyayeke neteweyî de di kêmtirî hefteyekê de ragihandiye ku ew amade çekan hildin, li ber dijmin bisekinin û welatê xwe biparêzin. Ez vê yekê bi awayekî zelal û eşkere radigihînim: Em ne tenê behsa parastina welêt dikin; em xwînê dirêjin. Me berê jî ev yek kiriye û em amade ne ku careke din jî bikin."
Derbarê gefên Amerîka yên ji bo êrîşeke bejayî de, Qalîbaf diyar kir: "Em çekdar in, amade ne û li ser piyan in. Werin, em li benda we ne."
Amerîkayê berê eşkere kiribû ku rayedarê îranî yê ku pê re danûstandin dikir Qalîbaf e.
