Îranê 51 kesên Amerîkî xiste lîsta dorpêçan

09 rêbendan 2022 04:16
Îranê 51 kesên Amerîkî xiste lîsta dorpêçan

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Îranê li ser kuştina fermandarê hêzên Qudsê Qasim Silêmanî, 51 kesî xiste nav lîsta dorpêçan. Di nav lîstê de Milley, Nakasone, McKenzie û D’andrea hene. Di nav lîstê de her weha serokê Amerîkayê yê berê Trump jî heye.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ji ber ku di kuştina Qasim Silêmanî de rola wan heye û desteka fînansê dane, hemwelatiyên Amerîkayê xistiye nav lîstê.