Îranê 182 Belûcî bi awayekî vesarî îdam kirine

26 adar 2023 19:26
Îranê 182 Belûcî bi awayekî vesarî îdam kirine

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 182 hemwelatiyên Belûcî, bi awayekî veşarî di reşçalên rejîma Îranê de hatine bidarvekirin û 446 ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Li gorî ragihandina malpera Halveş a Belûcistanê, rejîma Îranê 182 hemwelatiyên Belûc di girtîgehan de bidar vekirine û 167 kes bi teqeya hêzên Îranê, 82 kolber û 76 kesên din jî di encama teqeya hêzên rejîmê de can dane.

Hat diyarkirin, 121 xwepêşander jî di bûyera “Îniya Xwînî” ya li bajarê Zahidanê de, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Li gorî raporê, kuştina 76 kesan ji aliyê “kesên çekdar ên nenaskirî” ve di sala borî de hatiye tomarkirin û hatiye gotin, rola rasterast a dezgehên ewlehiyê di geşbûna şer û pevçûnên kujer ên Belûcistanê de hebûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dema protestoyên Jîna Emînî, di encama êrîşa ser Mizgefta Mekkî ya bajarê Zahidanê de, zêdetirî 100 welatî ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştibûn û 400 jî birîndar bûbûn.