Li Îranê 6 girtiyên Belûcî hatin îdam kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 4ê Gulanê danê sibehê, bi biryara dadgeha Îranê 6 girtiyên Belûcî li bajarên Meşhed û Yezdê hatin îdamkirin.
Li gorî zanyariyan, li bajarê Yezdê 4 girtiyên Belûcî yên bi navên; Sebûr Şebexş ê xelkê Zahidanê, Emîr Ramêşk ê xelkê Rîgan û Ebdulbesîr Tûtazihîyê xelkê Zahidanê û hemwelatiyekî xelkê Yezdê û Afganiyek ku nasnameya wan nehatiye zanîn, di girtîgeha Yezdê de hatin bidarvekirin.
Welatiyekî Belûç yê bi navê Nûrehmed Zarûzihî jî bi heman tohmetê li girtîgeha Meşhedê hate darvekirin.
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, di hefteyên borî de herî kêm 19 hemwelatiyên Belûc yên girtî di girtîgehên Zahidan, Îranşehr, Mînab, Benderebas, Yezd, Meşhed û Bîrcendê hatine îdamkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin