Îran wê car din xwe biceribîne
PeyamaKurd- Îran çend roj berê peykê şandibû esmana lê biserneketibû. Niha dixwaze car din xwe biceribîne. Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî weha got:
“Pirsgirêkên biçûk wê mehên pêşiya me de ji holê rabin û bo şandina peykê em ê car din xwe amade bikin. Me di mijara hilberîna peykan û rokethilgiran de gelek tecrubeyan bidest xistiye.”
Hesen Rûhanî di civîna encumena wezîran ya Tehranê de axaftina xwe kir û weha dewam kir:
"Ev teknolojiya han bo bidestxistina agahiyên di derbarê zîraetê, hawirdorî û daristanan de gelek girînge û emê vî karî dewam bikin.”
Di mijara şandina peykan bo fezayê, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandibû ku teknolojiya Îranê ya bo fuzeyên ku ji qit’ayan bo qit’ayan tên avêtin yeke û doza rawestandina van kiryaran ji Îranê xwestibû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin