Îran û Iraq wê bi dînar û riyal bazirganiyê bikin

19 berfanbar 2018 03:04
Îran û Iraq wê bi dînar û riyal bazirganiyê bikin

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Iraq û Îran wê bi pereyên xwe, bi hevre bazirganiyê bikin. Li gor ajansa Îranê Tansimê, serokê odeya bazirganiyê ya hevpar Yehya Elîşaq ragihandiye ku banka her dû dewletan ya navendî hindik maye di navbera xwe de lihev bikin ku bi Riyalê Îranê û Dînarê Iraqê bazirganiyê bikin.

Elîşaq ragihand ku di 8 mehên dawiyê de hecma bazirganiya navbera her dû dewletan gihaye 8 mîlyar dolarî. Hukumeta Iraqê ragihandibû ku bi sedema dorpêçên Amerîka yên ser Îranê mecbûr maye ku dolarê Amerîkayê bikar neyne.