Îran: Sîxûrên 3 welatan di destê me de ne û hinek jî hatin îdamkirin
21 tebax 2023 23:36
PeyamaKurd – Wezîrê Îstixbarata Îranê Îsmaîl Xetîb, gotarek pêşkeşî fermandarên Sûpaya Pasdarên Îranê kir.
Xetîb di gotara xwe de, bal kişand ser ku ji welatên Fransa, Swêd û Brîtanyayê hejmarek sîxûr di destê wan de ne.
Herwiha Xetîb got ku hinek ji wan sîxûrên bi sizayê îdamê hatine mehkûmkirin jî tevî hemû fişarên li ser Tehranê jî hatine îdamkirin.
Serokê Îstixbarata Îranê bal kişand ser protestoyên Jîna Emînî û hişyarî da ku dijminên Îranê hewl didin seqamgeriya welat têk bidin û beşdariya hilbijartinan a welatiyan kêm bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin