Îran, roketa ku peykê hildigirt ya bi navê ‘Qaîm-100’ sand fezayê

06 mijdar 2022 00:31
Îran, roketa ku peykê hildigirt ya bi navê ‘Qaîm-100’ sand fezayê

PeyamaKurd – Artêşa Îranê hilberîna roketa barhilgir ya ‘Qaîm-100’ dike û îro televizyona Îranê ragihand ku artêş bi awayekî serkeftî roketê şandiye fezayê. Roket dikare peykekî bi giraniya 80 kîloyî,  bi 500 km dûrê dinyayê deyne ser gera wê.

Fermandarê hêzên hewayî yê artêşa Îranê tûxgeneral Emir Alî Hacizade, ragihand ku ew plan dikin da peyka bi navê ‘Nahid’ ya ku ji aliyê wezareta teknolojiyê de hatiye pêşxistin, wê di wextekî nêzde bi roketa ‘Qaîm-100’ re bişînin fezayê.