Îran: Amerîka li ser navê Îsraîlê ketiye şer

03 adar 2026 05:32

‘Şerê Îranê’ di roja şaremîn de bi êrişên moşekî, bordûman û ‘şerê gotinên’ berdewam dike. Îranê bi zimaneke tund Amerîka tawanbar kir û ragihand ku, Amerîka li ser navê Îsraîlê ketiye şerê li dijî wan.

Îran: Amerîka li ser navê Îsraîlê ketiye şer

RûpelNews - Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Erakçî îdiayên rêveberiya Amerîkayê yên ku "ji Îranê gefek hat" red kir û got ku Waşington li ser navê Îsraîlê ketiye şer. Erakçî bi rêya platforma medyaya civakî ya Amerîkî Xê bersiv da daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubîo.

‘Rubio tiştê ku em hemû dizanin qebûl kir’

Di parvekirina xwe de, Erakçî diyar kir, "Rubio tiştê ku em hemû dizanin qebûl kir: Amerîka bi daxwaza xwe li ser navê Îsraîlê ket şer. Tu carî ji aliyê Îranê ve ti 'gef'a bi navê 'gef'ê çênebûye. Ji ber vê yekê, rijandina xwîna hem Amerîkî û hem jî Îranî berpirsiyariya wan kesan e ku dibêjin 'berî her tiştî Îsraîl'. Gelê Amerîkî jiyaneke baştir heq dike û divê welatê xwe ji nû ve xilas bike."

Rubio: Îran gefeke nêzîk bû

Di vê navberê de, Wezîrê Derve yê DYAyê Rubio, di daxuyaniyekê de piştî rûniştineke kongreyê îdia kir ku Îran hem ji bo DYAyê hem jî ji bo Îsraîlê "gefeke nêzîk û lezgîn" bû.

Rubio got, "Ev ji bo me gefeke nêzîk bû. Me dizanî ku eger Îranê êriş bikiran, ew ê yekser êrîşî me bikira."

Di roja çaremîn a şer de, şerê gotinan dijwar dibe

 Her ku daxuyaniyên dualî di navbera Îran, Îsraîl û DYAyê de berdewam dikin, çalakiyên leşkerî û têkiliyên dîplomatîk ên li herêmê jî zêde dibin. Di roja çaremîn a şer de, her ku gotinên aliyan tundtir dibin, fikarên raya giştî ya navneteweyî zêde dibin ku pevçûn dikare li herêmeke berfirehtir belav bibe.