Îran-Rojhilat | Greva gistî birêve diçe: Xelk 81 roj in pasde gav navêje!

05 berfanbar 2022 21:54
Îran-Rojhilat | Greva gistî birêve diçe: Xelk 81 roj in pasde gav navêje!

PeyamaKurd – Xwepêşandanên dijî rejîma Îranê yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî di meha Îlonê de, di meha xwe ya sêyemîn de tevî hemû êrîş û kuştinkariya hêzên Îranê berdewam dikin.

Li ser bangewaziya saziyên civakî yên Îranê û partiyên Rojhilatê Kurdistanê, îro Duşemê 5ê Kanûnê li bajarên Rojhilatê Kudistanê û Îranê greva giştî hat destpêkirin ku wê 3 rojan berdewam bike.

Di greva giştî de, bazar û dikan hatin daxistin û tevî ajokarên kamyonan li kargehan jî greva giştî hat kirin û karê xwe rawestandin.

Li bajarê Kirmaşan, Sine, Ciwanro, Pawe, Mahabad, Bane, Dîwander, Îlam, Dolan, Urmiye, Merîwan, Şîno, Dêwlan, Seqiz û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê, esnaf û kasibkaran deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn bazarê.

Dikanên cadeyên Lalezar, Elîesr, Setarxan, Baxê Supasalar û çend navçeyên din ên Tehran û Gewherdeşt, Ferdîs û Mêhrşehrê Kerc îro hatin girtin.

Dîsa di çarçoveya greva giştî de,  dikandarên qada Neqşî ya Cîhanî ya Esfehanê û bazara ferşê ya Tewrêzê jî dikanên xwe girtin.

Herwiha li çend bajar û bazarên parêzgehên Faris, Bûşehr, Kirmaşan, Sîstan, Belûçistan û Xuzistanê jî grev birêve çû.

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 81 roj in berdewam dikin û veguherîne serhildana dijî rejîma Îranê. Heta niha li gorî amarên saziyên mafên mirovan 480 kes bi destê hêzên Îranê hatine kuştin û zêdetirî 18 hezar kes jî hatine binçavkirin.