Îran: Me tesbîta 290 sîxurên CIA yê kir
PeyamaKurd- Wezîrê îstîxbarata Îranê Mehmûd Alewî ragihand ku wan li Îranê û dewletên dinan 290 casûsên CIA yê tesbît kirine û wan dane girtin. Alewî di televîzyona dewletê ya Îranê de weha got:
“Welatê me jî di nava wan de, me li gelek welatên din 290 sîxurên CIA yê tesbît kir. Me agahiya wan bi dostên xwe re, bi îstîxbaratên wan dewletan re parvekir. Li gelek welatan piraniya wan çavkaniyan hatin girtin.”
Alewî ragihand ku di encama xebata îstîxbarata wan de ev encam derketiye ortê û got ku gelek kesên ku bi îstîxbaratên din re têkildarin hatine girtin û teslîmê maqamên darizandinê hatine kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin