Îran li pey hevalbendiya Kurdan e

04 gulan 2018 01:10
Îran li pey hevalbendiya Kurdan e

PeyamaKurd - Rojnameya El Şerqul Ewsatê ya navenda wê li Londonê ragihand ku "di vê demê de ku birêveberiya Şamê nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şand û xwest ku hevpeymanî ji erda wê derkeve, niha Şam û Tehran lê dixebitin ku eşîr û Kurdan li dijî Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya Amerîkayê pêşengiya wê dike sor bikin."

Malper balê dikişîne ser daxuyaniya Serşêwirmendê Îranê Elî Ekber Wîlayetî û dibêje: "Tehran dest bi helmetekê kir ji bo eşîrên Kurdî li Sûriye û Herêma Kurdistanê bikişîne bi aliyê xwe ve li dijî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya ku hêzên xwe li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û Hewlêrê bi cî kirine. Serokwezîrê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh di kongreya "Bipêşdexistina Têkiliyên Aboriyê di navbera Tehran û Herêm de ragihand ku 'herêmeke bazirganiya azad' li ser deriyê sînorî yê Perwîzxanê li gel Îranê ava dikin."

Li gorî nûçeya RTyê, Wîlayetî bi nûnerên eşîrên sûrî re civiyabû û gotibû, "Eşîrên Kurdên Sûriyê şerê Washington û siyonîstan dikin û dê wan ji rojhilatê Firatê derxînin..Tehran piştrast e, eger amerîkî biaqil nebin û ji Sûriyeyê dernekevin, Kurd dê wan biqewirînin."

Herwiha Wîlayetî diyar kir ku civîna li gel şandeya Kurdî 'avaker' bû û "bersiveke xurt bû ji bo Washingtona ku îdîa dike, Kurd li rojhilatê Firatê pê re ne".