Îran: Li parzûngeha neftê teqîn
07 adar 2024 18:27
PeyamaKurd - Hate ragihandi ku li başûrê Îranê, li parzûngeha neftê ya Bender Ebasê teqînekê rû daye û di encamê de karkerekî jiyana xwe ji dest daye û yek jê bi giranî 3 kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê (IRNA), li parzûngeha neftê ya Bender Ebasê ya li parêzgeha Hurmuzganê ye teqînekê rû daye.
Ajansa rejîmê di derbarê sedemê teqînê de ti zanyarî neda.
Waliyê Bandar Ebasê Hebîb Behadorî diyar kir ku di dema xebatên tamîrkirina parzûnê de qezayek pêk hatiye û di encamê de teqînekê rû daye.
Behadorî got: "Di encama bûyera teqînê de yek ji xebatkarên kompaniya neftê ya Aftabê jiyana xwe ji dest da û yek jê bi giranî 3 kes jî birîndar bûn. "
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Îranê di parzûngeha gaza xwezayî de teqîn: 2 mirî, 5 birîndar
24 tbx 2023
Cîhan
Li Hewlêrê agir bi parzûngeha neftê ket: 3 kes birîndar bûn
30 rbn 2024
Cîhan
Li Îranê du teqîn: 103 kes mirin 188 kes birîndar bûn
03 rbn 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin