Îranê ji bo girtina konsulxaneyan bertek nîsanî Almanyayê da
01 mijdar 2024 22:35
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser biryara hikûmeta Almanya ya girtina 3 konsulxaneyên Îranê daxuyanî da.
Hikûmeta Almanyayê wekî bertek û protestoya îdamkirina welatiyê Alman-Îranî Cemşîd Şarmehd di 28ê Cotmehê de, biryar dabû 3 konsulxaneyên Îranê yên li bajarên Frankfurt, Munih û Hamburgê bên daxistin û 32 karmendên îranî jî terka Almanyayê bidin.
Eraqçî bertek nîşanî vê biryarê da û got, “Girtina konsulxaneyên Îranê yên li Almanyayê, sepandina dorpêçê li ser Îraniyên li Almanyayê dijîn e.”
Wezîrê Îranê herwiha, piştevanî da îdama Şarmehd û ew weke terorîstekî bûye sedema mirina 14 kesên bêguneh nîşan da.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin