Zêbarî bertek nîsanî daxuyaniyên balyozê Îranê da: Bila biçe dîplomasiyê fêr bibe!
PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî, piştî êrîşa bi moşekên balîstîk a Îranê bi ser Hewlêrê de, bersiv da daxuyaniyên Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescîdî.
Mecîdî li bajarê Kerbelayê di beşdariya bernameyekê de gotibû: ““Êrişa li ser Hewlêrê ne li ser li dijî hikûmet û serweriya Iraqê bû, li dijî bingeha sîxur ya Îsraîlê bû” û Herêma Kurdistanê bi hebûna navendên îstixbarata Îsraîlê tohmetbar kiribû.
Herwiha Mescîdî diyar kiriye, “Gelo Komara Îslamî ya Îranê dê li hember îsraîliyên ku li dijî ewlehiya me tevdigerin bêdeng bimîne? Ev berterk (êrîşa moşekî) li dijî siyonîstan bû, ne li dijî Amerîka û Iraqê ye.”
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Hoşyar Zêberî li ser hesabê xwe yê medya civakî bersiv da Mescîdî û got, divê Balyozê Îranê zimanê dîplomasiyê fêr bibe.
Zêbarê diyar kir “Divê birêz Balyoz biçe beşdarî kurseke dîplomasî û hiqûqa navneteweyî bibe. Divê ew fêrî rêzgirtina têkiliyên cîrantiya baş û prensîbên hevpar ên di navbera welatan de bibe.”
Herwiha Zêbarî dibêje: “Gelo ev destpêka helwesta we ye ku li şûna bi Îsraîl, Sûriye, Lubnan û Xezeya birîndar re rûbirû bibin, Iraqê jî têxin nav planên tasfiyeyê? Ev daxuyaniyên we yên serjêrkî ne aqilane ne, pisporê pêwendiyên dîrokî yê Îran û Iraqê, Kurd û Îranê, birêz Îrec Mescîdî!”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin