Îran, îzna hinek mufettîsên Ajansa Enerjiya Atomê betal kir
PeyamaKurd – Serokê Ajansa navdewletî ya Atomê Rafael Mariano Grossi, ragihand ku îzna hinek mufettîşên ku di çavdêrî û piştraskirinê de kontrola Îranê dikin, ji terefê Îranê de hatine betal kirin. Grossi, got ku vê biryara Îranê wê li ser kontrola ajansê li ser xebatan bandorê bike û ev kiryar li dijî hevkariyê ye.
Grossi, ragihand ku rêvebirên Îranê îro pê re ketine nav têkiliyan û biryara betalkirina îzna mufettîşên bi tecrube jê re gotine. Îran berê jî mufettîşên bi tecrube paşde şandiye û sêyeka (1/3) mufettîşên li Îranê nehiştine. Grossi got:
“Ji bo plankirina xebatên li Îranê û meşandina wan, kiryarên Îranê bandorê li xebatên me dike û li dijî çarçova hevkariya me ye. Ez vê tedbîra ku heya niha nehatiye dîtin bi tundî şermezar dikim. Di vê rewşê de kontrol nayê kirin û Îran nikare bêje ku xebatên wan yên nuklerî li gor çarçoveyê ye û divê Îran biryara xwe car din bi ber çav de derbas bike û bi min re bikeve nav têkiliyê.”
Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Nasir Kenanî di mijarê de got ku biryara vekişandina îzna hinek mufettîşan ya Ajansa Atomî ew e ku Amerîka û welatên Awrûpayê Rêvebiriya Ajansê bi aramnca siyasî bikartînin û ev encama wê ye. Kenanî weha got:
“Biryar li gor peymana ewlehiyê ya navbera Îran û Ajansê li gor xala 9an hatiye sitendin. Îran berê di mijara siyasîkirina ajansê de wan hişyar kiribû. Em ê di çarçova peymanan de hevkariya xwe ya erênî bi ajansê re dewam bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin