Îran: Iraq ji qedexeya li Tengava Hurmuzê mûaf e

04 nîsan 2026 22:15

Hat ragihandin ku Iraq ji qedexeyên li Tengava Hurmuzê hatiye mûafkirin.

Îran: Iraq ji qedexeya li Tengava Hurmuzê mûaf e

RûpelNews - Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hatemul Enbiya-Yekîneya Operasyonel a Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfikarî, diyar kir ku Iraq ji qedexeyên li Tengava Hurmuzê hate mûafkirin.

Zulfikarî destnîşan kir ku qedexeyên li ser keştiyên Amerîka, Îsraîl û welatên ku piştgiriya wan dikin, berdewam dikin.