Îran | Hejmara kesên di xwepêsandanan de hatine kustin zêde dibe...

18 tîrmeh 2021 19:01
Îran | Hejmara kesên di xwepêsandanan de hatine kustin zêde dibe...

PeyamaKurd – Di xwepêşandanên Îranê yên li zêdetirî ji 10 bajar û bajarokên parêzgeha Xozistanê bi sedema nebûna ava vexwarinê hatine destpêkirin de, heta niha 3 kes hatin kuştin.

Li Îranê ji roja Pêncşema borî ve, xwepêşandan û nerazîbûn xelkê parêzgeha Xozistanê li başûrê rojavayê Îranê ji ber nebûna ava vexwarinê berdewam dikin.

Xwepêşander daxwaz dikin ku veguhastina ava bendavên parêzgehê ji bo bajarên naverasta Îranê bê kêmkirin daku ava parêzgeha wan kêm nebe.

Xozistan xwedî zêdetirîn çem û rûberên Îranê ye, cotkarên wê ji çend salan ve ji ber kêmbûna avê bi gazin in, îsal jî pirsgirêka avê gihîşt bajaran û xelk bê ava vexwarinê dimînin, ev yek jî bû sedema nerazîbûna xelkê.

Li bajarê Ehwazê (navenda parêzgehê) ciwanek bi navê Elî Mezreî, Qasim Xezîrî li bajarê Kot û Ebdulah Neîmawî li bajarê Şadgan bi guleyên hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

Berpirsên Îranê dibêjin, yên gule reşandine û xwepêşander kuştine di nava xwepêşanderan de bûne.

Parêzgeha Xozistanê navenda wê bajarê Ehwazê ye, xelkê wê Erebên Sune ne û xelkê wê gazinan dikin ku ew gelekî ji aliyê hikûmeta Îranê ve têne piştguhkirin.