Îran fuzeyekî ceriband
PeyamaKurd- Ajansa Îranê ya bi navê Fars ku ajanseka nîv-fermiye, ragihand ku Îran fuzeyekî ceribandiye. Çavkaniya nûçeyê yek ji rêvebirekî serokerkaniya Îranê ye û dibêje ku ceribandina fuzeyê di nav çarçoveya pêdiviya parastinê de hatiye kirin û xebateka normal e. Rêvebirê ku navê xwe nedaye dibêje:
“Hêza fuzeyan ya Îranê bi temamî bo parastinê ye û ne li dijî ti welatiye. Bersiva boparastina axa Îranê ye li dijî êrîşeka muhtemel. Îran bo xwe biparêze pêdiviya wê bi îzna ti hêzeka dinyayê tine ye. Wezîfa bingehîn ya artêşa Îranê parastina Îranê ye.”
Televîzyona CNNê ya Amerîkayê nûçeya Pentagonê ragihandibû ku do li başûrê Îranê, ceribandina fuzeya balîstîk ya menzîla wê navçe kiribû. Rêvebirê Pentagonê gotibû ku fuzeyên Îranê yên Şahab-3 bo baregehên Amerîkayê tehdîd nînin lê ceribandinên weha bo zêdekirina menzîla fuzeyane û dixwazin hêza wê ya îsabetê zêdetir bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin