Îran: Êrîsa Tirkiyê wê di berjewendiya terorîstan de be

20 tîrmeh 2022 13:30
Îran: Êrîsa Tirkiyê wê di berjewendiya terorîstan de be

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Îranê bi peyamekê diyar kir, her êrîşeke leşkerî ya Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê, wê tedbîrên ku Tirkiye ji aliyê Sûriyê hêvî dike bi dest nekeve.

Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê egera destpêkirina operasyoneke Tirkiyê li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de li ser hesabê xwe yê twitterê da zanîn: “Yekîtiya xaka Sûriyê gelekî girîng e. Êrîşa leşkerî li ser bakurê Sûriyê bi tekezî wê ziyanê bigihîne, Sûriye, Tirkiye û navçeyê.”

Di berdewamiyê de eşkere kir, êrîşa Tirkiyê wê di berjewendiya terorîstan de be û wê tedbîrên ku Tirkiye ji aliyê Sûriyê hêvî dike bi dest nekeve.