Îran: Em dikarin heta 6 mehan jî şer bikin

08 adar 2026 08:32

Berdevkê Supaya Pasdarên Îranê Elî Mihemed Naînî diyar kir ku operasyonên li dijî êrîşên Amerîka û Îsraîlê dikarin bi leza niha herî kêm şeş mehan berdewam bikin.

Îran: Em dikarin heta 6 mehan jî şer bikin

RûpelNews - Berdevkê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê Elî Mihemed Naini derbarê êrîşan de daxuyaniyek da.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Naini diyar kir ku bi qasî ji sedî 60ê hêza agir a ku hatiye bikar anîn li dijî hedefên Amerîkî û ji sedî 40 jî li dijî hedefên Îsraîlê hatiye bikar anîn.

Naini destnîşan kir ku di qonaxên destpêkê yên operasyonan de mûşekên nifşê yekem û duyemîn hatine bikar anîn û got ku di qonaxên paşîn ên pevçûnê de dê pergalên çekan ên pêşkeftîtir û dûr-menzîl werin bicîh kirin. Li gorî Naini, Îranê di vê çarçoveyê de stratejiyek êrîşê ya nû amade kiriye.

"Sê hesabên girîng têk çûn"

Naini îdia kir ku plankerên şer di sê mijarên sereke de bi giranî şaş bûn, û diyar kir ku hêviyên hilweşîna bilez a Îranê pêk nehatin.

Naini got, "Piştî kuştinê, dihat payîn ku Îran di nav 48 demjimêran de hilweşe, şer di nav sê rojan de biqede û koalîsyonek herêmî ya berfireh ava bibe. Lêbelê, yek ji van hesaban jî rast derneket."