Îran: “Di warê berevanî û mosekî de em bi tu kesî re muzakereyê nakin”

30 nîsan 2018 22:12
Îran: “Di warê berevanî û mosekî de em bi tu kesî re muzakereyê nakin”

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Komara Îranê Muhemed Baqir Nobext ragihand, ku Îran di warê mijarên berevanî û moşekiyê de eşkere radighîne ku naxwaze bi tu kesî re muzakereyê bike.

Hat ragihandin ku Muhemed Baqir Nobext, di civîna çapemeniyê de bal kişand ser vê yekê: “Komara Îslamî ya Îranê dê nehêle ku tu welatek jêre hed û sînoran kivş bike.” herwiha diyar kir: ”Ma Îran ji Fransa, Emerîka û welatên  din re dibêje ku hed û asta çekên we divê çi qasî be ku ew bixwazin ji Komara Îslamî ya Îranê re bibêjin.”

Hevhatina  navokî navbera Îranê û Koma 5+1` ê ji Çilla 2016` an  cih hatiye lê Amerîkayê wek yek ji endamên  vê komê tim ser riya  cihanîna rêketinnama navokî astengiyan derdixîne.

Serokkomarê Amerîkayê Donald  Trump li gor qanûna  kongirê heya 12 Gulana 2018an  derfet heye ku li bara  dewama rawestandina  boykotên  navokî yên  Îranê biryarê bide.

Herwiha rayedarên Îranê tekez li ser vê yekê dikin ku ji bo derketina  muhtemel a Amerîkayê ji rêketinnama navokî amade ye û  alternatîfên  curbicur  ji bo dayîna bersiva  vê kiryara  Amerîakyê hene.