Îran: Di navbera Trump û Biden de ferq heye
PeyamaKurd – Îran bendeye ku hilbijartina serokomariya Amerîkayê bi dawî were. Hêj encam nehatiye ragihand lê ji niha de serokê Îranê Hesen Rûhanî bang li Joe Biden kir ku Amerîka berpirsiyarên xwe yên berê bîne cîh. Piştî Rûhanî, wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf, li ser Amerîkayê şiroveyan kir û got ku di navbera Biden û Trump de ferq heye.
Di wexta desthilata Trump de, Îranê ji destê Trump gelek zêde zahmetiyan kişandiye û benedene ku Biden qezenc bike. Hesen Rûhanî bang li rêvebiriya nû ya Amerîkayê kir û xwest ku Amerîka dagere ser berpirsiyariyên xwe yên berê û weha got:
“Wê milletê me heya terefê din stûyê xwe li ber hûqûqê bitewîne, wê sebra xwe û berxwedana xwe dewam bike.”
Rûhanî got ku mafê Amerîkayê nebû ku ji bernama nukleerî bi awayekî yekalî vekişe û madem vekişiya diviya ji endamtiya NY jî vekişiya.
Biden berê gotibû eger hilbijartinê kar bike wê bi Îranê re dagere ser bernameya berê ya nukleerî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin