Îran di darvekirina mirovan de pêsenga alemê ye

12 nîsan 2018 21:00
Îran di darvekirina mirovan de pêsenga alemê ye

PeyamaKurd - Rêxistina Lêborîna Navneteweyî (Amnesty International) ragihand ku ji sedî 51 kesên di sala 2017an de hatine darvekirin, li Îranê bûne.

Rêxistina Lêborînê îro roja Pêncşemê (12.04.2018) rapora xwe ya salane derbarê cîbicîkirina darvekirinê li welatên cîhanê belav kir.

Li gor raporê, sala 2017an ji xeynî Çînê, li seranserî cîhanê 993 kes hatine darvekirin.

Di rapora rêxistina navborî de wiha tê diyarkirin:
"Hikûmeta Çînê salane bi awayekî nehênî bi hezaran kesî bidarvedike ku hejmara wan nayê zanîn."

Li gor wê rêxistinê: Di sala 2017an de, berhevkirina ligel sala 2016an, rêjeya darvekirinê li cîhanê ji sedî 4 û berhevkirina ligel 2015ê ji sedî 39 kêm bûye. Ji sedî 51 kesên di sala 2017an de hatine darvekirin, li Îranê bûne.

Li gorî Rapora Sala 2017 ya Amnesty International li Îranê bi giştî 507 kes hatine bidarvekirin û 501 ji wan zilam in û 6 jî jin in.