Îran: Danûstandin di xetimê de ne
Muhsin Rezaî, şêwirmendê leşkerî yê Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneyî, derbarê danûstandinên agirbestê yên bi Amerîkayê re got, "Danûstandin di xetimê de ne, û divê Trump vê xetimê bişkîne."
RûpelNews - Rezaî, şêwirmendê leşkerî yê Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneyî, li ser danûstandinên agirbest û rêkeftinê yên muhtemel ên bi Amerîkayê re şîrove kir.
Wî îdia kir ku pêvajoya heyî rawestiyaye û divê Amerîka ji bo derbaskirina vê xetimê gavan bavêje.
Rezaî diyar kir ku rêkeftineke muhtemel a di navbera Amerîka û Tehranê de bi tevahî bi helwesta rêveberiya Washingtonê ve girêdayî ye û got, "Danûstandin di xetimê de ne, û divê Trump vê xetimê bişkîne."
Rezaî îdia kir ku berdana 24 milyar dolar hebûnên Îranê yên ku li Amerîkayê hatine cemidandin dê gaveke girîng di pêvajoya rêkeftinê de be. Rezaî teqez kir ku ev mîqdar a Îranê ye û got, "Ev pereyê me ye, ne yê Amerîkayê ye."
Rezaî di axaftina xwe de ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re diyar kir ku yek ji şertên pêşîn ên rêkeftineke muhtemel berdana van hebûnan e û got ku ev yek di heman demê de wekî ceribandinek baweriyê jî kar dike. Rezayî got, "Eger Trump bixwaze bi Îranê re lihevkirinekê bike, ev 24 milyar dolar ceribandinek ji bo baweriya Îranê ye. Pêdivî ye ku Amerîka ji vê ceribandinê derbas bibe, û wê hingê rê dê were vekirin."
