Îran blokeya ser 125 milyon dolarê Iraqê radike

30 gulan 2021 21:57
Îran blokeya ser 125 milyon dolarê Iraqê radike

PeyamaKurd – Wezîrê Enerjiyê yê Îranê Riza Erdekaniyan, ragihandiye ku wê Îran blokeya ser 125 milyon dolarên Iraqê rake û serbest berde.

Wezîrê Îranê Erdekaniyan daye xuyakirin ku ew dê bi wî pereyê ku serbest bê berdan, derziya koronayê (Covid-19) bistînin û di çarçoveya bernameya COVAX a Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) de bikar bînin.

Derbarê vê nûçeya ku medya îngilîz belav kiriye de, ji aliyê berpirsên Iraqê ve hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.