Îran Amerîkayê bi “Behra Sor” tehdîd kir

26 tîrmeh 2018 17:12
Îran Amerîkayê bi “Behra Sor” tehdîd kir

PeyamaKurd- Yek ji fermandarên Artêşa Parêzvanên Şorişa Îranê Qasim Suleymanî ragihand ku wê Behra Sor bo Amerîkayê bi ewle nebe.

Serokê Hêza Qudsê Suleyamanî li bajarê Hemedanê di konferansekî de axifî û Trump xiste hedefa xwe. Suleymanî peyamên serokê Îranê Hesen Rûhanî bilind nirxand û li pişta wan rawestiya. Suleymanî di televîzyona Îranê ya bi navê El-Alem de ku bi Erebî weşana xwe dike de axifî û weha got:

“Wê Behra Sor ji niha û pê de bo Amerîkayiyan ne bi ewle be. Raqibê Amerîkayê Hêza Qudsê ye. Ez li Trump şîretê dikim ku bila ji tecrubeyên selefên xwe îbretê bistîne.”

Du keştiyên ku bi petrolê barkirîbûn û yên Erebistana Si’ûdî bûn, do li Behra Sor ji aliyê Hûsiyên Yemenî de ku layangirên Îranê ne, leqayê êrîşê hatibûn. Di êrîşê de ji tankêran yek ji wan xesar dîtibû û Riyadê sewqiyata petrola di Buhira Babul Mendebê de dabû rawestandin.