Îran: 23 keştî ji Hurmuzê derbas bûn
Artêşa Îranê ragihand di nava 24 saetên dawîn de keştiyên petrol û bazirganî tê da bi giştî 23 keştî bi erêkirina wan ji Tengava Hurmuzê derbas bûn.
|
Türkçe
RûpelNews - Hêzên Behrevanî yên artêşa Îranê der barê çûnûhatina di ser Hurmuzê re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Hat ragihandin di nav 24 saetên dawî de bi koordînasyon û asayîşa hêzên Îranê tankerên neft, konteyner tê da 23 keştî ji Hurmuzê derbas bûn.
Di daxuyanî de hat destnîşankirin ku ji bo çûnûhatina di ser Tengava Hurmuzê re destûrgirtin zarûrî ye berevajiya vê yekê çûnûhatinên din wek binpêkirina rêzikan tê hesibandin û li hemberê vê rênimayên pêwîst dê bên girtin.
