Îran | 12 sal ceza li rojnamevana jin hat birîn

01 berfanbar 2018 22:16
Îran | 12 sal ceza li rojnamevana jin hat birîn

PeyamaKurd - Rejîma Îranê rojnamena jin a muxalîf Hengame Şehîdî, bi 12 sal û 9 meh cezayê girtîgehê siza kir.

Parêzera Şehîdî, Mustafa Turk Hemedanî ji ajansa fermî ya Îranê (IRNA) re ragihand, “Miwekîla min bi biryara Serokê Dadgeha Şoreşê Ebulqasim Salawatî bi 12 sal û 9 mehan hat sizadan.”

Herwiha dadgehê ji xeynî cezayê girtîgehê, 2 salan ew ji karên rojnamevaniyê men kir û qedexeya derketina derveyî welat li ser sepand.

Hemedaniî diyar kir ku wan îtiraz li biryarê kiriye serî li dadgeha temyîzê daye.