INTERPOLê rêveberiya Esed ji nû ve kir endamê xwe

05 cotmeh 2021 23:43
INTERPOLê rêveberiya Esed ji nû ve kir endamê xwe

PeyamaKurd – Saziya Polîsê Navdewletî (INTERPOL) ragihand ku wan endamtiya Sûriyeya bi rêveberiya Beşar Esed ji nû ve qebûl kiriye.

Li gorî daxuyaniya INTERPOLê destûra xwegihandin û pêwendiyê ji rêveberiya Sûriyê re di asta cîhanê de hatiye vekirin.

Hêjayê gotinê ye, bi vê biryara Interpolê re, êdî wê rejîma Sûriyê bi vê xeta ragihandinê re, bikaribe bultenên sor ên lêgerîn û desteserkirinê ji bo muxalîfên rejîmê û penaberan derxe.